Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Kompanyeke Tirkî Dixe Nav Lîsteya Toleyan


Logoya SIA Falcon International Group
Logoya SIA Falcon International Group

Wezareta Xezîne ya Amerîka îro Înê ragihand ku kompanyeke Tirkî û rêvebirên wê yên bilind ketin nav lîsteya reş ya toleyan, jiber ku ew bi firotina çekan û tiştên luks tên tawanbar kirin.

“Kompanya SIA Falcon International Group û kesên ku nûnertîya wê dikin, bi bazirganîya sîlahan û tiştên nirxê wan buha, bi zanabûn toleyên dûr û dirêj yên Neteweyê Yekbûyî şikandin,” Wezîrê Xezîne ya Amerîka Steven Mnuchin di daxuyanîyeke nivîskî de got.

Wezareta Xezîne ya Amerîkî ragihand ku SIA Falcon International Group ku şaxeke wê li Letonya heye, wê di lîsta reş de cîh bigire, bi sedema ku şekan firotine Koreya Bakur.

Wezaretê herwiha berpirsê serekî ya SIA Falcon Huseyîn Şahîn û rêvebirê giştî Erhan Çulha jî xistin nav lîsra reş.

Toleyên nû yên Amerîkî di vê demê tên ku Washington givaştinên ser Pyongyangê didomîne ku dawî li programên muşekan û ya navokî bîne.

Armanca toleyên Amerîkî yên hember Koreya Bakur hewil dide rêkên bazirganîya wî welatî bigire ku çavkanîyên diravî yên jibo programên çekan tune bike.

XS
SM
MD
LG