Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent, roja Yekşemê ragihand ku berdewamîya cezayan û fişara aborî ji bo çend mehên din dibe ku Komara Îslamî neçar bike paşve bikişîne.
Bessent di axaftinekê de bi Fox News re got ku hikûmeta Îranê di rewşeke dijwar de ye û di dayîna mûçeyên hêzên leşkerî de jî bi astenganîyan re rû bi rû bûye.
Bessent herwiha got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump heta piştî hilbijartinên Kongrêsa Amerîkayê hêvîya şerekî nû an çalakîyeke leşkerî ya nû nake.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê di vê hevpeyvînê de got ku ne diyar e ev rewş dê çawa bi dawî bibe. Li gorî wî, sê senaryo hene: an serhildana gel pêk were, an di nav Hêzên Pasdaran de dubendî û nakokî derkeve holê, an jî Komara Îslamî amade bibe ku ji bo gihiştina peymanekê bêyî bernameya çekê navokî bikeve danûstandinan.
Bessent amaje bi hilweşîna ji nişkê ve ya Dîwarê Berlînê kir û got ku carinan pêşhatên siyasî bêyî pêşbîniya pêşwext rû didin. Wî zêde kir ku di senaryoya danûstandinan de, Tehran divê bigihêje peymanekê ku rê li ber berdewamîya bernameya navokî ya ji bo çêkirina çekan bigire.