Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CENTCOM Teknolojîyên Nû Pêşkêşî Hêzên Xwe li Rojhilata Navîn Dike

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku Hêza Erkeyê 99 (Task Force 99) a ser bi Fermandariya Navendî ya Hêzên Asmanî yên Amerîkayê, şiyanên nû di warê dronan û sîstemên ragihandinê de xistine xizmetê ji bo piştgiriya hêzên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn kar dikin.

Fermandariyê di Daxuyaniyekê de li ser Xê da zanîn ku Hêza Erkeyê 99 wekî taqîgeheke pêşketî ya qadê kar dike; di nav jîngehên operasyonên rastîn de teknolojî û têgehên nûjen diceribîne bi mebesta xurtkirina karîgeriya hêzan û bilindkirina şiyanên wan ên şerî di qadê de.

CENTCOM ji Supaya Pasdaran re Tengava Hurmuzê di bin kontrola Amerîkayê de ye
Di daxuyaniyeke din de li ser X'ê, CENTCOMê bersiva Fermandarê Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran a Îslamî Elî Ozmayî û gotinên wî yên derbarê kontrolkirina Tengava Hormuzê de da.

CENTCOMê got, "Îdîayên ku Fermandarê Hêzên Deryayî yên Supaya Pasdaran a Îranê ku Tengava Hormuzê di bin kontrola Supaya Pasdaran de ye û her keştîyeke şerî ya Deryayî ya Amerîkayê ya nêzîk bibe dê noqkirin, derew in'.

CENTCOMê tekez kir ku ya rast ewe Fermandarê Hêzên Deryayî yê Supaya Pasdaran xwedyê hêzeke deryayî ya rastîn nîne. Hêzên Amerîkayê û hevparên wê yên herêmî bi eşkereyî Tengava Hormuzê kontrol dikin. Tenê roja duhî, hêzên Amerîkî alîkariya hevparên xwe yên Kendavê kirin di veguhastina zêdetirî 19 milyon bermîlên petrola xam re di rêya tengavê re."

This item is part of
XS
SM
MD
LG