Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Amerîkayê Gera Sêyem a Êrîşên Dijî Îranê bi Dawî Anî

Fermandarîya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) Îro Yekşemê ragihand ku wan vê hefteyê, di 11ê Tîrmeha 2026an de, gera sêyem a êrîşên serbazî li dijî Îranê, daku Îranê li ser êrîşkirina keştîyeka din a bazirganî li Tengava Hormuzê ceza bikin, bi dawî anîye.


Hêzên Amerîkayê di vê operasyonê de nêzîkî 140 armancên serbazî yên Îranê bi karanîna çekên deqîq ji firokeyên şer, firokeyên bêfirokeyvan û keştîyên cengî bombebaran kirine, ku di nav wan de bingehên mûşekî, dron, şiyanên deryayî, kargehên cebexaneyan, torên peywendîyan û navendên çavdêriya deryayî hebûn.

CENTCOM'ê di daxuyanîyekê de li ser X'ê, eşkere kir ku di nava sê şevên vê hefteyê de, wan li ser fermana rasterast a Fermandarê Giştî zêdetirî 300 armanc li hundirê Îranê xistin, bi mebesta lawazkirina şîyana Tehranê ya ji bo êrîşkirina ser deryavanên sivîl û keştîyên bazirganî.

Malpera fermî ya artêşa Amerîkayê tekez kir ku tevî van şer û alozîyan jî, tevgera keştîyên bazirganî hîn jî berdewam e, û ji serê meha Nîsanê ve, hêzên Amerîkayê alîkarîya derbasbûna ewledar a zêdetirî 800 keştîyên bazirganî û 400 milyon bermîlên petrola xav di Tengava Hormuzê re kirine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG