Mîrê Cîgir yê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman, li Riyadê fermandarê Navenda Fermandariya Amerîkî (CENTCOM), Brad Cooper, pêşwazî kir, li gor nûçeyeke Ajansa Siûdî ya Nûçeyan.
Ev sêyemîn serdana eşkere ya fermandarê Amerîkî ye ji dema ku di Tîrmehê de şer di navbera Erebistana Siûdî û tevgera Hûsîyên girêdayê Îranê de ji nû ve dest pê kir.
Ajansa Nûçeyan a Siûdî (SPA) ragihand ku herdu alîyan têkilîyên dualî, bi taybetî hevkarîya leşkerî, nirxandin û herwiha pêşveçûnên dawî yên herêmî gotûbêj kirin.
Di raportek din de, SPA got ku Wezîrê Berevanîyê yê Siûdî, Mîr Xalid bin Selman jî bi Cooper re civîya û li ser berfirehkirina hevkarîya berevanîyê û rêyên parastina ewlehî, aramî û aştîyê li herêmê axivîn.
Sê çavkanîyên agahdar di mehê Îlonê de ji Reuters re gotibû ku bin Selman ji Serokê Amerîkayê Donald Trump daxwaza piştgirîya leşkerî kiriye da ku li hemberî Hûsîyan raweste.
Li gorî van çavkanîyan, Trump ne razî bû ku hêzên Amerîkî êrîşên rasterast li dijî komê bikin, lê Washingtonê ji Riyadê re ragihand ku bi parvekirina agahîyên îstixbaratî û alîkarîya di diyarkirina armancan de piştgirîyê peyda bike.
Hêjayî gotinê ye Fermandarê CENTCOM'ê duh Çarşemê serdana Îsraîlê jî kir û bi berpirsên ewlehîyê yên wî welatî re civîya.
Li gorî raportên medyaya Îsraelî, mijara sereke ya civînê amadekarîyên ji bo senaryoyeke ku pevçûn bi Îranê ji nû ve dest pê bike bû.