Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku fermandarê wê Admiral Brad Cooper roja Yekşemê 22ê Mijdarê serdana xwe ya yek hefteyî ya bo Rojhilata Navîn bi dawî anî.
CENTCOMê li ser platforma Xê diyar kir ku di hevdîtinên xwe yên bi berpirsên payebilind ên sivîl û leşkerî yên Îsraîl, Qeter û Erebistana Siûdî re, Admiral Brad Cooper rewşa ewlehiyê ya heyî û derfetên berdewamiya hevkariyê gotûbêj kirin.
Cooper herwiha bi beşek ji wan 50,000 leşkerên Amerîkî yên ku li herêmê hatine bicihkirin re civiya. Wî spasiya wan kir ji bo xizmeta wan a awarte û gelek ji wan ji bo wêrekî, mêrxasî û beşdariya wan a girîng di operasyonên şer ên li dijî Arteşa Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê de xelat kirin.