Breaking News

Rubio û Heftayê Xwe yê Çînî li ser Amadekarîyên APEC û G20 Axivîn

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio Çarşemê bi şev bi rêya telefonê ligel Wang Yi, wezîrê derve yê Çînê axivî.

Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser platforma X'ê ragihand ku di vê peywendîyê de, herdu alî li ser gera çaverêkirî ya Serok Donald Trump bo beşdarbûna civîna APEC li Çînê û herwiha serdana pêşbînîkirî ya Serokê Çînê Xi Jinping bo Florida bo beşdarbûna civîna G20'ê gotûbêj kirin.

Rubio û Wang Yi pabendbûna dualî ya di asta serkirdeyan de bibîr anîn, ji bo avakirina peywendîyeke avaker a aramîya stratejîk li ser bingeha rêzgirtin, dadwerî û hevparîyê ye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha diyar kir ku herdu karbidestên li ser girîngîya danûstandinên watedar di asta serkirdeyan de li hev kirin ji bo pêşvebirina armancên wekî aştî û bêçekkirina navokî, di nav de li her civîneke sêalî ya egerî a serkirdeyan bi Rûsyayê re.

Peywendîya Rubio û hevtayê wî yê Çînî berî Hilcivîna Foruma Hevkarîya Aborî ya Asya-Pasîfîkê (APEC) tê, ya ku di 18 û 19ê Mijdarê de li bajarê Shenzhen yê Çînê dê were lidarxistin.

XS
SM
MD
LG