Amerîka û Çînê îro roja Duşemê li ser kêmkirina bacên gumrukê ji bo kelûpelên bi bihayê 30 milyar dolarî ji bo her du aliyan li hev kirin. Ev biryar piştî hilcivîna vê dawiyê ya di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Rêberê Çînê Xi Jinping de hat girtin.
Lîsteya Amerîkî 77 cureyên kelûpelên navxweyî (yarîyên agirîn, lîstok, alavên metbexê, firneyên mîkrowaivê, xemlên Christmasê û topên pê) dihewîne. Lîsteya Çînê jî berhemên çandiniyê, komir, dar, alavên bijîşkî û xemlên porê digire nav xwe.
Herdu welat herwiha razî bûn ku agirbesta xwe ya bazirganiyê dirêj bikin û danûstandinên li ser teknolojî û Hişberîya Çêkirî (AI) bidomînin.
Nûnerê Bazirganîyê yê Amerîkayê Jamieson Greer di daxuyanîyekê de got,"Ji berhemên çandinîyê heta amûrên bijîşkî, serok Trump derfeta firotanê li bazara Çînê ji bo sedî 30’yê hinardeyên Amerîkayê hêsantir dike. Di heman demê de, Bikirên Amerîkî dê ji hinardeyên ji Çînê sûdê werbigirin.
Wezareta Bazirganîyê ya Çînê jî roja duşemê diyar kir ku ev lihevkirin wê hevkarîya bazirganî ya di navbera herdu welatan de xurttir bike.
Tê zanîn Amerîka û Çînê hefteya borî li ser dirêjkirina wê agirbesta bazirganîyê ya ku diviyabû di meha 11 de bi dawî bihata, heta meha yek li hev kirin.