Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Pêşbîn e Roja Sêşemê Biryarekê li dor Programa DACA Bide


Koşka Sipî dibêje serok Donald Trump dê biryara xwe roja sêşemê ragihîne li dor siyaseta rêveberiya Obama ya parastina zarokên koçber ên bê belge ku bi awakî ne yasayî derbasî Amerîka bûyî.

Payvdara Koşka Sipî Sara Huckabee Sanders, demekê berê vê hefteyê ji peyamnêran re got rêveberiya Trump hîn pêdaçûnan di programa bi navê DACA de dike.

DACA, kurtkirina navê programê yê înglîzî ye û tê wateya paşxistina biyaradayîna derheqê zarokên bi awakî ne yasayî hatî Amerîka.

Trump di helmeta xwe ya hilbijartinan de, soz dabû ku vê programê ji nav bibe û ji dema ku bûye serokê ve ew dibêje ev pirsgirêka herî dijwar e ku ew wek serok rastê tê.

Sereokê encûmena niwêneran Paul Ryan û hin yasedanerên din ên komarî, hunderiya serok dikin ku programê ji nav ne be.

Ryan dibêje ew bawer e ku pêwîste Kongrês riyeke bibîn e ku xelkê niha di nav programê de biparêz e.

DACA, ta niha 800,000 kes parastin e ji dûrxistina ji Amerîka, bi riya nûkirina rêdanên wan ên kar bo du salan.

XS
SM
MD
LG