Karbidestên federal ên Amerîkayê serê sibeya roja Duşemê bi ser mala Îlhan Omar, endama Kongresê ya Partîya Demokrat ji Wîlayeta Minnesota, li Washington D.C. girtin û dest bi lêgerînê kir.
Li gorî Wezareta Dadê ya Amerîkayê(DOJ), ev gav li ser bingeha fermaneke dadgehê tevgeryane û beşek ji lêpirsîneke federal ya berdewam e. Heta niha hûrgulîyên dozê an armanca fermî ya lêpirsînê nehatîye eşkerekirin.
Kanala Fox News ragihand ku çend vekolerên federal ên bi cilên HSI'ê fermî yên Wezareta Ewlekarîya Niştîmanî (Homeland Security Investigations) sibê zû li derveyî mala Îlhan Omar li Washington D.C. hatin dîtin. Li gorî du çavkanîyên nêzîkî lêpirsînê, ev vekolîn beşek ji lêpirsîneke sûcdarî ya têkildar bi sextekarîya belgeyên koçberîyê ye.
Îlhan Omar li ser platforma X'ê got ku ev gav "hewildanek ji bo armancgirtina dijberên siyasî" ye. Wê nivîsand, "Ez baş im. Bila tu kes şaş nebe. Ev hewildanek e ji bo armancgirtina dijberên siyasî." Li dawîyê got, "Ez ê bêdeng nemînim."
Di heman demê de, hin rêberên Demokratan lêgerîna mala Omar rexne kir û got ku ev gav pirsên girîng li ser bikaranîna dezgehên federal di dema helmeta hilbijartinan de derdixe holê. Ji alîyê din ve, Wezareta Dadê gotiye ku lêpirsîn berdewam e û di vê qonaxê de agahîyên zêdetir nayên belavkirin.