Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vance: Şerê Îranê Yek ji Sedemên Têkçûna Komarîyan di Hilbijartinan de

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance îro Çarşemê ragihand ku yek ji sedemên sereke yên şikestina Komarîyan di hilbijartinên nîvdemê de şerê ligel Îranê bû.

Di hilbijartinên Sêşemê de Demokratan kontrola herdu civatên Kongresê bidest xist.

Vance got: "Sedema ku em têk çûn şer bû. Serok jî şeva borî ev yek got."

Vance herwiha li ser malpera X'ê diyar kir ku li gor encamên anketekê ku ji alîyê yek ji wan pisporên ku encamên hilbijartinan bi rastî pêşbînî kiribûn ve hatibû çêkirin, daxwazên sereke yên wan dengderên ku nema piştgirîya Komarîyan bikin: dawîanîna şer, balkişandina ser buhabûna jiyana rojane û enflasyonê, pêşxistina siyaseta "Amerîka Berî Her Tiştî" û guhertina awayê têkilîya Washingtonê bi Îsraîlê re.

Trump: Şerê Îranê beşek ji sedemên têkçûna Komararîyan bû

Serokê Amerîkayê Donald Trump şevê din piştî hilbijartinan ragihand ku ew bawer e şerê li dijî Îranê yek ji sedemên windahîyên mezin ên Partîya Komarî di hilbijartinan de bû.

Trump di hevpeyvîneke bi telefonê ligel rojnameya Wall Street Journal de got:"Îran beşek ji vê yekê bû."

Schumer bang li bidawîkirina şerê Îranê kir

Ji alîyê xwe ve, lîderê Demokratan li Senatoyê Chuck Schumer got ku gelek Amerîkî hîn jî nizanin armanca şerê li Îranê çi ye.

Wî bang kir ku ev şer were bidawîkirin û got ku Serok gelek caran gotinên xwe li ser armanc û mebesta vê şerê guhertine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG