Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kî Hilbijartinên Amerîkayê Birêve Dibe û Sîstema wan Çawa Kar Dike?

Berevajî piranîya welatên cîhanê ku hilbijartinên wan ji alîyê komîsyoneke navendî ve tên birêvebirin, li Amerîkayê hezaran dezgeh û sazîyên herêmî û yên eyaletan berpirsyarîya birêvebirina hilbijartinan digirin ser milê xwe.

Ev sîstema nenavendî yek ji taybetmendîyên sereke yên demokrasîya Amerîkayê ye, ku tê de wîlayet berpirsîyarên sereke ne di birêvebirina hilbijartinan de, di heman demê de rola hukûmeta federal sînordartir e.

Bo nimûne, demê ku di 3'yê meha 11'ê de hilbijartinên nîvdem ên Amerîkayê tên encamdan, ev ne tenê hilbijartinek e, belkî nêzîkî 10 hezar hilbijartinên cuda ne ku li bajêr û bajarokên li seranserê Amerîkayê li gorî yasayên cihêreng ên wîlayetan tên birêvebirin.

Hilbijartinên Amerîkayê Çawa Tên Rêvebirin?

Li gorî destûra Amerîkayê, Wîlayet berpirsîyarîya sereke ya rêvebirina hilbijartinên xwe hildigirin. Hikûmetên wîlayetan yasa û rêzikên hilbijartinan datînin, lê piranîya karên rojane ji alîyê berpirsên herêmî ve têne meşandin.

Ev kar tomarkirina dengderan, nûkirina lîsteya dengderan, rêvebirina navendên dengdanê û jimartina dengan vedihewînin.

David Becker, damezrêner û rêveberê cîbicîkarê Navenda Nûvekirin û Lêkolîna Hilbijartinan, ji Dengê Amerîkayê re got ku awayê rêvebirina hilbijartinan ji wîlayetekê heya wîlayeteke din cuda ye.

Wî got, "Wîlayet yasa û rêzikên hilbijartinan datînin û diyar dikin ku hilbijartin çawa were birêvebirin. Hin Wîlayet zêdetir piştgirî didin dengdana bi rêya postê, lê hin Wîlayetên din derfetê didin ku kes bi amadebûn berîya roja hilbijartinê dengê xwe bide. Ji ber vê yekê, rêkarên hilbijartinan ji Wîlayetekê bo Wîlayetek din cuda ne."

Rola Hikûmeta Federal Çi ye?

Her çende hikûmeta federal rasterast hilbijartinan birêve nebe, lê di danîna hin yasayên giştî, parastina mafên dengdanê û ewlehîya hilbijartinan de roleke girîng heye.

Kongresê Amerîkayê dikare yasayên federal ên taybet bi hilbijartinan re pejirîne, di heman demê de sazîyên federal jî alîkarîya Wîlayetan dikin ji bo parastina pergala hilbijartinan û cîbicîkirina yasayên parastina mafên dengderan.

Matt Weil, cîgirê serokê Bernameya Rêveberîya Hikûmranîyê li Navenda Siyaseta Herdu Partîyan, dibêje,"Pergala me li ser wê bingehê hatiye avakirin ku Wîlayet di rêvebirina hilbijartinan de xwedî desthilata sereke bin. Destûr bi awayekî eşkere ev berpirsîyarî daye Wîlayetan."

Weil diyar dike ku heke hikûmeta federal bixwaze bi rêya yasadanînê guhertinek di pêvajoya hilbijartinan de bike, divê ew yasa ji alîyê Kongresê ve were pejirandin û Serokkomar ew îmze bike, an jî Kongresê bikaribe veto ya Serokkomar derbas bike.

Çima Hilbijartin Bi Awayekî Ne Navendî Tên Rêvebirin?

Piştgirên vê sîstemê bawer dikin ku rêvebirina hilbijartinan li asta herêmî derfetê dide civakên cuda ku pêvajoya dengdanê li gorî hewcedarîyên xwe rêk bêxin.

Herwiha ew dibêjin ku parvekirina berpirsîyarîyan di navbera hezaran dezgehên hilbijartinan de sîstema hilbijartinê li hember êrîşên elektronîkî û pirsgirêkên mezin bihêztir dike.

Weil dibêje, "Hebûna sîstemeke ne navendî dikare êrîşkirina li ser pêvajoya hilbijartinan pir dijwar bike. Herêmên cuda amûr û rêbazên cuda bikar tînin. Dibe ku hezaran xalên lawaz hebin, lê pirsgirêkek li ciyekî nikare tevahîya sîstemê têk bibe."

Di heman demê de, berpirsên herêmî yên hilbijartinan girîngîya zelalîya pêvajoyê û beşdarîya civakê diyar dikin da ku bawerîya welatîyan bi pêvajoya hilbijartinan zêde bibe.

Bobby Gross, berpirsê tomarkirin û hilbijartinan li navçeya Mesa ya Wîlayeta Colorado, ji Reuters re got ku ji sala 2023-an ve wan dest bi vexwendina welatîyan kiriye da ku serdana dezgehên hilbijartinan bikin û beşdarî çalakîyên civakî bibin, da ku pêvajoyê baştir rave bikin.

Gross got, "Ev hewil mehî ji bo wê ne ku em di nav civaka xwe de baweriyê ava bikin."

Sûd û Pirsgirêkên Sîstema Hilbijartinê ya Amerîkayê

Tevî sûdên xwe, sîstema nenavendî ya hilbijartinan li Amerîkayê bê pirsgirêk nîne.
Cudahîya yasayan, şertên tomarkirina dengderan û rêbazên dengdanê di navbera Wîlayetan de carinan dibin sedema tevlihevî û şaşmayînê ji bo dengderan, bi taybetî ji bo kesên ku ji Wîlayetekê ber bi Wîlayeteke din ve koç dikin.

Lêbelê, piştgirên vê sîstemê bawer dikin ku van cudahîyan rengdana daxwaz û pêwîstîyên niştecihên her Wîlayetkê ye.

Matt Weil dibêje, "Yek ji sûdên vê sîstemê ew e ku ew daxwaz û heza dengderan li her Wîlayetekê nîşan dide."

Bi vî awayî, hilbijartinên Amerîkayê ji Washingtonê nayên rêvebirin, lê belê bi hezaran berpirsên Wîlayetan û herêman, di çarçoveya Destûr û yasayên federal û Wîlayetan de, têne rêvebirin.

Her çend ev sîstem xwedî hin alozîyên xwe be jî, gelek şîrovekar bawer dikin ku ne-navendîbûn yek ji xalên bingehîn û bihêz ên hilbijartinê ne li Amerîkayê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG