Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hejmarek Wîlayetên Amerîkayê Encamên Hilbijartinan Diyar Bûn

Li hin Wîlayetên Amerîkayê dest bi hjimartina dengan hat kirin, di demekê de ku Komarî û Demokrat li benda encamên hilbijartinan in da ku were diyarkirin kîjan partî dê piranîya kursîyên Senatoyê û Civata Nûneran bidest bixe û di du salên dawîn ên serokatîya Donald Trump de Kongresê kontrol bike.

Di yek ji encamên destpêkê de, Senatorê Demokrat John Ossoff li Wîlayeta Georgia dîsa hat hilbijartin û serkeftin li beramber kandîdê Komarî Mike Collins tomar kir.

Herwiha, Juliana Stratton ji Partîya Demokrat di hilbijartina Senatoyê ya Illinoisê de serket, û Chris Pappas jî li New Hampshire kursîya xwe qezenc kir. Senatorên Demokrat Mark Warner (Virginia), Ed Markey (Massachusetts), Jack Reed (Rhode Island) û Cory Booker (New Jersey) jî ji bo demeke nû ya şeş salan hatin hilbijartin.

Demokrat Roy Cooper kursîyeke Senatoyê ya Wîlayeta North Carolina qezenc kir, ku berê di destê Komarîyan de bû. Demokratan berî Roja Hilbijartinê pêdivîya wan bi bidestxistina çar kursîyên zêde hebû da ku kontrola Senatoyê ji Partîya Komarî vegerînin.

Di hin pêşbirkên din ên ku bal kişandibûn de, senatorê Demokrat John Ossoff li Wîlayeta Georgia dîsa hat hilbijartin, lê senatora Komarî Ashley Moody jî li Florida demeke nû bidest xist.

Navendên dengdanê li hemû 50 Wîlayetên Amerîkayê bi rêzê di demjimêrên êvarê de tên girtin, û encamên fermî di saetan an jî rojên pêş de têne ragihandin.

Di van hilbijartinan de hemû 435 kursîyên Civata Nûneran û 35 kursî ji nav 100 kursîyên Senatoyê ketin pêşbirkê.

Partîya Komarî ya Serok Donald Trump berî hilbijartinan bi piranîyeke pir hindik hem di Senatoyê û hem jî di Civata Nûneran de desthilatdar bû, lê Demokrat hêvî dikin ku bi bidestxistina kursîyên zêde kontrola Kongresê vegerînin.

Piştî vekirina navendên dengdanê, hem rêberên Komarî û hem jî yên Demokrat bi serkeftina xwe bawer bûn. Trump ji Fox News re got: "Ez bawer im ku encamên hilbijartinê dê ji yên ku hûn hizir dikin baştir bin."

Di heman demê de, serokê Demokratên Senatoyê Chuck Schumer piştî ku dengê xwe da got: " Em ê vê şevê di hilbijartinan de bi serkevin."

Ji pêşbirkeyên ku zêdetir hatiye şopandin, yên li Wîlayetên Alaska, Iowa, Kansas, Maine, Michigan, Ohio û Texasê ne, ku dibe roleke girîng di diyarkirina piranîya Senatoyê de bilîzin.

Kesên ku di van hilbijartinan de serkevin dê di 3'ê meha yek 2027'an de dest bi erkên xwe yên nû li Kongresê bikin.

Li gelek Wîlayetan, dengdaran karîbûn berî Roja Hilbijartinan bi dengdana pêşwext an bi rêya postê dengê xwe bidin. Li gorî Zanîngeha Florida Election Lab, zêdetirî 60 milyon kesan pêşwext deng dan.

Ji bilî hilbijartinên Kongresê, li 36 Wîlayetan jî hilbijartinên walîtî (governor) tên lidarxistin, digel hilbijartinên Civatên Wîlayetan û gelek pêşbirkeyên herêmî yên din.
Komarî herwiha berî Roja Hilbijartinan di postên walîtî de jî pêşengîyeke biçûk hebû. Demokratan dawî car di sala 2006'an de piranîya postên walîtîyên Wîlayetan bidest xistibûn.

This item is part of
XS
SM
MD
LG