Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Dibe ku Şerê Îranê Bandor li Têkçûna Komarîyan Kiriye

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Çarşemê ragihand ku şerê ligel Îranê dibe ku yek ji wan faktorên ku bûne sedema têkçûna Komarîyan di hilbijartinên nîvdemî de.

Di bersiva pirsên rojnamevanan de, Trump got ku bilindbûna buhayê benzînê jî dibe ku bandor li encamên hilbijartinan kiriye. Ev axaftin piştî ku rojnamevanekî nirxandina Cîgirê Serokî JD Vance ya li ser platforma X'ê hatibû anîn.

Lê belê, Trump piştgirîya biryara xwe ya şerê li dijî Îranê kir û got:"Eger ez careke din li hember wê biryarê bim, dîsa wê biryarê bidim. Em nikarin bihêlin ku Îran çekê navokî hebe."

Trump dibêje ku tevî nirxê siyasî yê demkurt, rêgirtina Îranê ji gihîştina çekên navokî armanceke stratejîk e ku divê berdewam bibe.

Serokrê Amerîkayê li ser hewildana Demokratan ji bo împîçkirina wî piştî serkeftina wan di hilbijartinên nîvdemê de got ku ev gav dê ziyaneke mezin bigihîne Partîya Demokrat.

Trump got: "Împîçkirin bêyî tu sedemekê? Ji bo çi? Ji ber ku welatek serkeftî heye? Welatê me îro ji her demeke din di dîroka xwe de serkeftîtir e."

Serokê Amerîkî herwiha hişdarî da eger Demokrat hewl bidin wî ji serokatîyê dûr bikin, encamên siyasî yên giran dê ji bo partîya wan hebin.

Trump got: "Ez bawer dikim ku eger ew vê bikin, ev yek dê Partîya Demokrat têk bibe."

Ev daxuyanî di demekê de tê ku Demokratan piştî encamên hilbijartinan desthilata xwe di Kongresê de zêde kirine.

This item is part of
XS
SM
MD
LG