Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Amerîka di Hilbijartinên Dawî de Gaveke Mezin Paşve Çû

Serokê Amerîkayê, Donald Trump, roja Yekşemê, li ser encamên hilbijartinên Kongresê yên Amerîkayê, ku tê de Komarîyan kontrola Kongresê ji dest da, got ku ev encam gaveke mezin ber bi paş ve bû di dîroka Amerîkayê de.

Trump di peyamekê de li ser platforma xwe ya Truth Socialê destnîşan kir ku bazara borsayê tenê di rojekê de piştî hilbijartinan 3 trîlyon dolar qezencê xwe ji dest da. Wî nivîsî: " Amerîka bi encamên hilbijartina dawî re gaveke pir mezin ber bi paş ve di dîrokê de avêt... Lê netirsin, em ê vegerin; em ê ji her demê mezintir û bihêztir vegerin."

Di encamên hilbijartinan de Partiya Demokrat kontrola herdu baskên Kongresê; Civatên Nûneran û Senatoya Amerîkayê bi dest xist.

Serok Trump doh li şûna Susie Wiles, Stephen Miller wekî berpirsê karûbarên Koşka Sipî destnîşan kir. Miller wê roja Duşemê dest bi erkê xwe bike.

Trump derbarê vê guhertinê de got ku "dixwaze hin guhertinan bike" û Miller bi navê "şervanekî" ku "pir dilsoz e" nas kir.
Serokê Amerîkayê herwiha amaje kir ku dibe ku di pêkhateya rêveberîya xwe de çend guhertinên din jî pêk bîne.

Di posteke din de Serok Trump ragehand ku ew îşev dê di bernameya "60 Minutes" de bibe mêvan û hêvîdar e ku "bername hemû başîyên ku di du salên borî de hatine kirin nîşan bide, ji bilî serkeftinên dema yekem a serokatîya min."

This item is part of
XS
SM
MD
LG