Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Parastina Hilbijartinan li Hemberî Destwerdana Derve Erkê Sereke ye

Di dema ku Amerîkî ji bo hilbijartinên nîvdemî ber bi sindoqên dengdanê ve diçin, mijara ewlehiya hilbijartinan dîsa bûye yek ji mijarên sereke yên ku balê dikişîne. Lê vê carê mijar ne tenê pêşbaziya siyasî ya di navbera Komarîyan û Demokratan de ye, belkî hewlên ji bo astengkirina destwerdana welatên biyanî di pêvajoya hilbijartinan de ne.

Li gorî raporeke Fox News, Pete Hegseth, Wezîrê Cengê yê Amerîkayê, ferman daye ku hemû saziyên agahî û ewlehiya elektronî (Cyber) a li jêr kontrola Pentagon de ji bo parastina hilbijartinên 2026'an amade bin. Wî got ku divê pêşî li her hewldaneke welatên biyanî ji bo destwerdana di hilbijartinan de were girtin û ev ji Amerîka re erka herî girîng e.

Ferman meha Îlonê ne tenê ji bo Fermandariya ewlehiya elektronî (Cyber) ya Amerîkî û Ajansa Ewlehiya Neteweyî (NSA)ye. Belkû hemû tora Îstixbarata Berevaniyê nava xwe de digire, tevî ajansên îstixbarata leşkerî û cografî.

Pentagon fermanê dide wan ku 'hemû derfet, amûr û şîyanên di çarçoveya yasayî de' bixin di amadebaşiyê da, da ku rûbirûyî metirsiyên derve yên li ser hilbijartinan bibin.

Metirsiyên Nû

Pispor dibêjin, ku metirsiyên îro tenê ne têkçûna sîstemên komputerî ne. Belkî belavkirina agahiyên şaş, helmetên propagandayê li ser torên civakî û bikaranîna amûrên jîrîya çêkirî (AI) jî dikarin bandorê li raya giştî bikin.

Hin raporên din jî destnîşan dikin ku zêdebûna hesabên sexte û naverokên ku bi AI têne çêkirin, karê saziyên ku raya giştî û hilbijartinan dişopînin dijwartir kiriye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG