Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hişyarîya Ewlehîyê ji bo Welatîyên xwe yên li Îraqê Nû Dike

US Embassy Alert in Baghdad
US Embassy Alert in Baghdad

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, îro roja Çarşemê, hişyarîya xwe ya ji bo welatîyên Amerîkî nû kir ku ji ber "teror, revandin û şerê çekdarî" neçin Îraqê, û da xuyakirin ku şiyana wê ya ji bo pêşkêşkirina alîkarîyan ji bo wan "sînordar" e.

Balyozxaneyê di "hişyarîyeke ewlehîyê" de got, "komên milîşên terorist ku bi Îranê ve girêdayî ne, ji axa Îraqê ve êrîşî armancên li nav Îraqê û li herêmê kirine," û tekez kir ku ev êrîş metirsîyeke mezin li ser ewlehîya giştî çê dikin.

Balyozxaneya Amerîkayê bang li welatîyên amerîkî yên li Îraqê kir ku hişyarîya xwe di asta herî bilind de biparêzin, medyaya xwecihî bişopînin û li gorî rênimayên desthilatdaran tevbigerin, û hişyarî da ku dibe ku di geştên firokeyan de têkçûn çêbibin.

Wê her wiha bi bîr xist ku Îraq hîn jî di bin hişyarîya geştê ya asta çaremîn de ye: "Neçin Îraqê", û diyar kir ku ev biryar li ser bingeha metrisiyên terorê, revandinê, şerê çekdarî û alozîyên navxweyî ye, ji bilî sînorkirina şîyana hikûmeta Amerîkayê ya ji bo pêşkêşkirina xizmetên lezgîn ji bo welatîyên xwe yên li nav Îraqê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG