Komîsyona Ewrûpayê ragihand ku sibê 4ê Mijdarê roja Çarşemê ewê mêhvandarîya civîneke li ser Ukraynayê bike. Di civînê de nûnerên Amerîka, Ukrayna, Fransa, Almanya, Brîtanya, NATO û Banka Cîhanî beşdar dibin.
Gotebêja Komîsyonê Paula Pinho roja Sêşemê gote rojnamevanan ku ev civîn berdewamîya danûstandinên berê ye ku li Miami hatibûn kirin.
Çavkaniyekî agahdar gote ajansa Reuters, beşdarbûyên vê civîne dê li ser "plana geşedanê" û garantiyên ewlehiyê ji bo Ukraynayê gotûbêjan bikin.
Nûnerê taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff jî got ku civîn li Brukselê dê were lidarxistin. Wî herwiha ragihand ku Amerîka dê di 10 û 11'ê Mijdarê de li Ebûzebiyê civîneke din bi beşdarbûna şandeyên Ukraynayê û Rûsyayê li dar bixe, ku armanca wê gotûbêj li ser rawestandina şerê Ukraynayê, rêkeftinên ewlehiyê yên piştî şer û kêmkirina tengezariyan e.