Senatorê navdar ê Komarî Lindsey Graham, wek yek ji rûyên herî bi bandor û xwedî ezmûn di siyaseta derve ya Amerîkayê de tê naskirin.
Graham di dema karê xwe yê siyasî û serbazî de, her tim giringîyeka taybet dida pirsên Rojhilata Navîn, û li Washingtonê wek dengê herî naskirî yê parastina peywendîyên stratejîk ên ligel Kurdan di nav Kongresê de dihat nasîn.
Piştgirîya Herêma Kurdistana Îraqê
Piştî guhertina rejîmê li Îraqê di sala 2003an de, Senator Graham yek ji piştgirên herî xurt ên mafên destûrî û federalî yên Herêma Kurdistanê bû.
Wî bi berdewamî serdana Hewlêrê dikir û ligel serokatîya siyasî ya herêmê dicivîya da ku tekezî li ser giringîya Hevpeymanîya stratejîk a navbera her du alîyan de bike.
Di dema şerê dijî rêxistina Daişê de, Graham rolekî serekî lîst di Yasaya Kongersî de ji bo şandina alîkarîyên leşkerî û aborî yên rasterast bo hêzên Pêşmerge, ku weke hêzeke qehreman û bi bandor di parastina ewlehîya herêmê de dihat dîtin.
Herî dawî di konferansa ewlekarîya navneteweî de li Munixê Graham li gel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civîya bû, û piştgirîya xwe ji bo mafên gelê kurd dubare kir.
Hevpeymanîya bi HSD'ê re li Sûrîyê
Graham piştgiriyeka bihêz dida hevkarîya serbazî ya artêşa Amerîkayê ligel Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD)ê.
Wî bi berdewamî di daxuyanîyên xwe de li Washingtonê tekez dikir ku HSD'ê hevpara "giring û stratejîk" ya Amerîkayê ye û barê herî giran ê şerê li ser erdê yê dijî terorê hilgirtiye, ji ber vê yekê divê Amerîka piştgîrya wan bike.
Di sala 2019’an de, piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkayê ji bakurê Sûrîyeyê û destpêka operasyona leşkerî ya Tirkîyê bo ser herêmên Kurdan, Senator Lindsey Graham di platforma X'ê de got ku Kurd ji bo Amerîkayê di şerê dijî Daişê de hevalbendên ewle û pêbawer in, û hişyarî da ku hêlana wan dikare bandorê li bawerîya hevalbendên Amerîkayê li cîhanê bike.
Graham, daxwaz kir ku li dijî Tirkîyê tedbîrên siyasî û aborî werin girtin heke êrîşên li dijî hêzên Kurd berdewam kirin.
Graham bi Senator Chris Van Hollen re ragihand ku ew ê projeyasa cezayên du-partî li dijî Tirkîyê pêşkêşî bikin heke êrîşek li Sûriyê were kirin.
Projeyasaya "Save the Kurds"
Yek ji berçavtirîn pêngavên Graham di destpêka sala 2026 de rû da. Di dema rûdana alozîyan û guhertina hevsengîyên leşkerî li bakurê Sûrîyê, Senator Lindsey Graham li gel Senator Richard Blumenthal projeyasaya bi navê “Save the Kurds Act” pêşkêşî Kongresa Amerîkayê kir.
Armanc jê ew bû ku Kurd û Hêzên Sûrîya Demokratîk (SDF) werin parastin, di heman demê de daxwaz dike ku li dijî kes û alîyên ku êrîşên li ser HSD'ê piştgirî dikin, cezayên Amerîkî werin sepandin.
Her çend ev projeyasa nebû yasa, lê nîşan da ku Graham di salên dawî de bi awayekî eşkere piştgirîya maf û ewlehîya Kurdan kiriye.
Senator Lindsey Graham heta qonaxên dawî yên jiyana xwe ya siyasî jî, her tim hişyarî dida ku dûrketina ji hevpeymanên Kurd dê bibe sedema vegerîna radîkalîzmê û valahîya ewlehîyê ya ku dikare ji alîyê hêzên din ên herêmî ve bê tijekirin.
Ev dîtina wî ya stratîjîk, mîraseka giring û dostaniyeka mayînde di navbera sazîyên biryardanê yên li Washingtonê û gelê Kurd de li pey xwe hişt.
Koça dawî ya Lindsey Graham bû sedema ku piranî ya rêberên Kurd peyamnên xewmgînîyê biweşînin û torên civakî yên kurdî roja Yekşemê bi bihîstina mirina wî, bi peyam û şîroveyên xemgîn tijî bûn.
Gelek kesên Kurd di peyamên xwe de anîn ziman ku bi koça dawî ya Lindsey Graham, Kurdan yek ji piştgir û hevalbendên xwe yên herî mezin û dilsoz winda kirine.