Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rubio: Îran Banga Mirinê Dike û Rojava Nirx Dide Jiyanê

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, roja Çarşemê li Atîna, paytexta Yûnanistanê, tekezî li ser girîngîya parastina demokrasîyê û nirxên Rojava kir. Wî herwiha îdeolojîya Komara Îslamî ya Îranê rexne kir û got ku ew “banga mirinê dike.”

Rubio li Girê Pnyxê li Atînayê axivî, cihê dîrokî yê derketina demokrasîya kevn tê naskirin. Wî Amerîka wek berdewamîya mîrata şaristanîya Yûnanî û Romayî binav kir û xwest ku “ruhê Rojava” li ser bingeha kokên dîrokî û nirxên wê careke din were xurtkirin.

Derbarê Îranê de, Rubio got: “Melayên tundrew ên Îranê banga mirinê dikin, zarokên ku xwe dikujin wek lehengên neteweyî pêşkêş dikin û wan pal dide ji bo şehîdbûnê.”

Rubio di berawirdkirina vê yekê de got ku lehengên Rojava dibe ku amade bin ji bo armancên xwe canê xwe feda bikin, lê ew mirinê naparêzin. Wî got, “Ji ber ku em qadrê jiyanê dizanin, em rêzê ji wan kesan re digirin ku amade ne jiyana xwe feda bikin, lê ji nirxên xwe paşde gav nahavêjin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê herwiha di peyama xwe ji bo welatên Ewropayê de got ku, her çend carinan di têkilîyên Amerîka û Ewropayê de alozîyên derketine holê, “divê em nehêlin ku ev têkilî di navbera me de bişkê.”

Rubio got: “Em bawer dikin ku Ewropa dikare ji xewa xwe ya dirêj şiyar bibe û ew agirê ku bi hezaran sal berê li vir hatibû pêxistin, ji nû ve pêxe.”

Rubio di axaftina xwe de tekez kir ku divê Amerîka û Ewropa bi hev re hevalbendiya xwe xurt bikin da ku bikaribin li hember gefên vê serdemê rawestin. Wî got: “Em dikarin vê yekê bikin, ji ber ku em bawer nakin ku ev hevaltî tenê ji bo berjewendiya alîyekî ye.”

Rubio got ku Rojava niha li ber du rêyan e, ji ber ku biryarên ku di deh salên pêş de bên dayîn, dê çîroka sed salên pêş de diyar bikin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG