Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth îro Sêşemê hewlên ji bo lêpirsîn û împîçkirina wî wekî "şanoyeke siyasî" binav kir û berevanîya operasyonên leşkerî yên "yasayî" yên li dijî Îranê kir.
Împîçkirin li Amerîkayê pêvajoyeke fermî ye ku tê de Kongres an jî sazîyên yasadananê berpirsekî hikûmî bi sûcdarkirinên wekî şikandina yasa an bikaranîna xirab a desthilatê didin ber lêpirsînê. Împîçkirin bixwe nayê wateya rakirina yekser ji kar, lê gava yekem a pêvajoyeke dadwerî ye ku dikare di dawîyê de bibe sedema rakirinê an na.
Hegseth di konferanseke rojnamevanî de li Pentagonê got: "Di dîrokê de ti wezîrê cengê ji ber pêkanîna operasyonên leşkerî yên yasayî nehatîye împîçkirin. Di doza me de jî ev operasyon biser ketine."
Ev gotin wekî bersivek hat piştî ku endamê Kongresê ji Partiya Komarî li Wîlayeta Kentucky, Thomas Massie, do Duşemê heşt xal ji bo împîçkirina Hegseth pêşkêş kir û ew bi "sûcên giran û binpêkirinan" tawanbar kir.
Di wan xalên pêşkêşkirî de hatiye gotin ku Hegseth bêyî razîbûna Kongresê şerek li dijî Îranê destpê kiriye, desthilatên posta xwe bi awayekî nerast bikar anîye, herwiha bi kuştinên neyasayî di çarçoveya operasyonên leşkerî yên Amerîkayê de li Deryaya Karîbî û rojhilatê Okyanûsa Pasîfîk li dijî kesên ku bi bazirganîya madeyên hişbir têne guman kirin, pêk hatine tawanbar dike. Ev operasyon ji Mijdara sala borî ve destpê kiribûn.
Massie ragihand ku Civata Nûneran Sêşemê dê derfet hebe ku dengdaneke rêkûpêk li ser vê biryarnameya împîçkirinê pêk bîne.
Hêjayî gotinê ye ku Massie di gelek mijaran de, ji wan dosyaya Epstein û qeyrana Îranê, bi Serok Donald Trump re ketiye nav nakokîyan. Herwiha, tê çaverêkirin ku di destpêka meha Çileya sala bê ew ji Kongresê derkeve ji ber ku ew di hilbijartinên hefteya borî de têk çû.
Di nav wan xalên tawanê de sûcdariyên din jî hene, ji wan operasyoneke leşkerî ye ku di destpêka vê salê de li Venezûelayê hat pêkanîn û tê de serokê berê yê wî welatî Nicolas Maduro, hat girtin. Di belgeyan de ev operasyon wekî "revandin" hatiye binavkirin.
Hegseth di yekem konferansa xwe ya rojnamevanî de di şeş mehên dawî de bal kişand ser vê yekê ku ev hewl hemû li ser bingeha "nakokîya siyasî" hatine avakirin. Wî got: "Ew tiştê ku endamekî tûre û têkçûyî Kongresê hewl dide pêk bîne ne çavdêrî û lêpirsîna yasayî ye, lê şanoyeke siyasî û nîşaneke kesane ye ku ji hestên nefret û kînê tê rêvebirin."
Wî zêde kir: "Ev dawîya erkê endamekî Kongresê ye ku dixwaze di rojên dawî de zirarê bide vê serokatîyê. Ev tenê fêlbazî û şanoyeke pêkenok e û her kes vê rastîyê dizane."
Hegseth hewlên ji bo rakirina wî ji postê bi hewldaneke din a împîçkirina Serok Donald Trump re berawird kir. Trump di dema yekem a serokatîya xwe de du caran rûbirûyê împîçkirinê bû; yekem car di sala 2019'an de û duyem car jî di sala 2021'an de; tenê çend roj berî ku dema serokatîya wî biqede. Di herdu caran de hewlên rakirinê di Senatoyê de serneketin, ji ber ku wan nikarîbû piranîya du ji sêyan a dengên pêwîst bidest bixin.
Hegseth di vê derbarê de got: "Di herdu caran de ew têk çûn. Trump bihêztir vegerîya û gelê Amerîkayê careke din ew şand Koşka Sipî. Niha jî ji bo cara sêyem hewl didin, lê vê carê armanc endamekî kabîneyê ye. Ez bawer im ku ewê dîsa jî têk biçin."