Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di 250 Salîya Amerîkayê de: Çîrokên Jinên ku Dîroka Amerîkayê Çêkirine

Di çarçoveya çalakîyên ji bo salvegera 250 salîya Serxwebûna Amerîkayê de, muzexaneya Smithsonian American Women’s History Museum projeyeke nû li National Mall li Washingtonê dest pê kiriye, ku ronahîyî dixe ser çîrokên pênc jinên ku di dîroka Amerîkayê de roleke girîng lîstine.

Navê vê projeyê 'Lehengên Nayên Veşartin' (Unhidden Heroines) e, û teknolojîyê bikar tîne da ku çîrokên van jinan bi pênc peykerên girîng ên li cihên dîrokî yên navdar li paytextê ve girê bide.

Mêvan dikarin telefon an tabletên xwe bikar bînin da ku çîrokên jinan li pêş xwe bibînin. Her wiha mirov dikare ji her deverê jî bigihêje vê ezmûnê.

Melanie Adams, ku rêvebira demkî ya mûzexaneyê ye, dibêje ku ev ezmûn armanca mûzexaneyê nîşan dide; ew jî berfirehkirina çîroka Amerîkayê ye bi rêya nîşandana çîrok û serketinên jinan ên ku piranî nehatine gotin.

Di vê projeyê de pênc jinên ji serdemên cuda yên dîroka Amerîkayê tên nasandin.

Polly Cooper, jineke ji gelê Oneida ye. Çîroka wê bi serkeftina Artêşa parzemînî ya di bin fermandarîya George Washington de ve tê girêdan. Di dema Şoreşa Amerîkayê de, Cooper ji artêşa Washington li Valley Forge alîkarî kir, û di şertên zivistanê yên dijwar de rêyeke dirêj derbas kir da ji bo leşkeran av û xwarinê peyda bike. Çîroka wê li peykera Washington Monument tê pêşkêşkirin.

Julia Ward Howe, helbestvan e bi nivîsandina gotinên sirûda navdar “The Battle Hymn of the Republic” tê nasîn. Ev sirûd di dema Şerê Navxweyî yê Amerîkayê de bû dengê piştgirîyê ji bo alîyê Unionê. Çîroka wê li Peykera Lincoln Memorial tê pêşkêşkirin.

Dorothy Height, çalakvaneke di warê mafên sivîl û mafên jinan de bû. Ew bi navê “Godmother of the Civil Rights Movement” jî dihat nasîn. Çîroka wê li Peykera Martin Luther King Jr. Memorial tê pêşkêşkirin.

Elizebeth Smith Friedman pispora vekirina şîfreyên nepenî bû. Smithsonian dibêje ku ew di vekirina şîfreyên Nazîyan di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de roleke girîng lîstiye. Çîroka wê li Franklin Delano Roosevelt Memorial tê pêşkêşkirin.

Jina pêncemîn, Mary Katharine Goddard, çapkar bû û yek ji yekem kopîya Daxuyanîya Serxwebûnê (Declaration of Independence) ya îmzakirî çap kir. Çîroka wê li Thomas Jefferson Memorial xuya dike.

Mûzexaneya Smithsonian bi girêdana çîrokên van pênc jinan bi peyker û cihên dîrokî yên navdar ên Washingtonê, dixwaze deng û çîrokên nû li wan cihên ku dîroka Amerîkayê vedibêjin zêde bike.

Projeya “Unhidden Heroines” dê heta 31'ê meha 12'an a 2026'an berdewam bike û mêvan dikarin wê li National Mall an jî ji her cihî bi telefon an tabletê tevlî vê ezmûnê bibin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG