Amerîkayê, Brîtanya, Fransa û Almanya îro Pêncşemê bi hev re ji Îranê xwest ku destûrê bide çavdêrên Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Navokî (IAEA) vegerin wan navendên navokî yên ku sala borî di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de hatibûn bombebarankirin.
Van welatan di daxuyaniyekê de li civîna Desteya Rêvebir a IAEA'yê, Tehran bi "dirêjkirin û derengxistinê" tawanbar kirin.
Îran ji dema êrîşên leşkerî yên Hezîrana 2025'an ve rê nade ku çavdêrên IAEA'yê dîsa bigihêjin van navendan.
Her çend êrîşan sê navendên sereke yên Îranê ji bo dewlemendkirina uranyûmê wêran kirin an jî zirarek mezin dan wan, lê Tehran hîn jî diyar nekiriye ka çi li berhemên uranyûma dewlemendkirî hatiyne armanckirin. Di nav wê de madeyên ku nêzîkî asta pêwîst ji bo çêkirina çekên navokî bûn jî hebûn, û çarenûsa wan hîn jî ne diyar e.
Her çar welatên rojavayî got: "Ev yek divê bibe sedema nîgeranîya hemû endamên vê desteyê ku IAEA di dirêjahîya salek û nîvê de agahdariya xwe ya li ser berhema uranyûma zêde dewlemendkirî ya Îranê ya ku berê hatibû piştrastkirin winda kiriye."
Welatên rojavayî dibêjin ku vegera çavdêran bo cihên navokî ji bo zelalkirina rewşa berhemên uranyûmê û pêşxistina zelalbûnê pêdivî ye.