Wezîrê Derve yê Omanê Bedir Albûsaîdî ragihand ku gera sêyemîn ya danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê li Cinêvê bidawî bûn.
Karbidestê Omanê ku rola navbeynkarîyê di navbera herdu alîyan de dilîze, roja Pêncşemê li ser platforma X'ê got: “Me roj piştî pêşveçûnên girîng di danûstandinên di navbera Amerîka û Îranê de bidawî kir. Emê di demeke nêzîk de piştî şêwirên digel paytextên herdu alîyan ji nû ve civînan destpê bikin."
Albûsaîdî herwiha ragihand ku "Hefteya bê li Viyênayê dê civîn li ser asta teknîkî pêk werin."
Wezîrê Derve yê Omanê spasîya tevahîya alîyên peywendîdar kir ji bo hewldanên wan yên digel danûstandkarê Ajansa Navnetewî ya Enerjîya Atomî (IAEA), û mêvandarîya hikûmeta Swîsreyê.
Gera sêyemîn a danûstandinan di navbera Tehran û Washingtonê de di demekê de tê ku Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser bijarên leşkerî yên Amerîkayê nîqaş dike di senaryoya ku rêkeftinek ji bo sînordarkirina bernameya navokî ya Îranê têk biçe.