Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hegseth: Trump Dixwaze Rêkeftinekê ligel Îraneke Bê Çekê Navokî Bike  

Wezîrê Cengê yê Amerîkayê Pete Hegseth îro Şemîyê got ku her rêkeftinek bi Îranê re, gelek bala Serok Donald Trump dikşîne.

Hegseth berî ku Singaporê bicîh bihêle, beşdarî kombûna bilind a ewlehîyê ya Hindo-Pasîfîk bû ku bi navê “Diyaloga Shangri-La” tê nasîn.

Di wê civînê de wî got: “Her rêkeftinek ku serok amade be pêk bîne, ewê bi tenê bike eger ew bawer bike ji bo welatê me û ewlekarîya cîhanê peymaneke baş be.”

Hegseth diyar kir ku “Bi tenê yek serok heye ku amade ye her tîştî bike û piştrast bike ku Îran piştî 47 salan nebe xwedî şiyana bidestxistîna çekên navokî.”

Hegseth got, “We zanî ku çawa wî (Trump) bi eşkereyî axivî , ew armancên me destnîşankirî û hêvîyên gelê Amerîkay neyê guhertin. Ji ber vê yekê, di nîvê danûstandinan de, her ku ew nêzîkî rastîyan bibin, em nêzîkî rêkeftinê dibin.”

Wezîrê Cengê yê Amerîka diyar kir ku Îran pir zelal dizane ku daxwazên Amerîkayê çi ne.

"Min bawerî heye ku serokê me ti rêkeftinekê nake eger rêgirîyê li Îraneke bê çekê navokî misoger neke," wî got.

This item is part of
XS
SM
MD
LG