Breaking News

CENTCOM Îdiayên Îranê Derbarê Êrîşa li ser Firokeyeke Amerîkî Red Dike

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) îro Şemîyê îdîayên hêzên Pasdarên Îranê red kirin ku dibêjin wan firokeyeke şer a F-16 a Amerîkî kiriye armanc û neçar kiriye ku dakeve.

CENTCOM'ê di daxuyaniyekê de li ser platforma civakî ya X'ê got ku ev îdîa ne rast e û tekez kir ku Îranê do Înê êrîşî firokeyeke cureyê F-16 a Amerîkî nekiriye.

Artêşa Amerîkayê herwiha got ku “Hemû firokeyên şer ên Amerîkî li Rojhilata Navîn ewle ne.”

Ragihandina Îranê di demekê de tê ku dorpêça deryayî ya Amerîkayê li hember Îranê ji 130 rojan ve didome. CENTCOM'ê îro Şemîyê got ku hêzên Amerîkî berdewam dikin li ser vê operasyonê.

XS
SM
MD
LG