Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Şemîyê got ku ew hewlên xwe dide ku peymaneke “herdemî” ligel Îranê pêk bîne.
Di hevpeyvîneke telefonî de ligel kanala Fox News, Trump diyar kir ku ew zêdetir tekezîyê li ser peymanekê dike ku rê li ber bidestxistina çekên navokî bigire, ne li ser guhertina rejîmê
Serokê Amerîkî got: “Mebesta min ne ew e ku em peymanekê çêbikin, lê roja din ew wê peymanê binpê bikin. Loma, ezê tiştekî wisa bikim, heta ku serokek bêşiyan jî piştî çar salan yan 15 salan yan jî piştî 20 salan bê, peymana ku ez çêdikim bimîne û herdemî be."
Turmp di dirêjahîya hevpeyvînê de got ku "Ezê rê nedim ku kesek destûrê bide wan ku xwedîyê çekên navokî bin."
Ev gotin di demekê de tên ku hewldanên dîplomatîk ên berdewam ji bo bidawîkirina şerê ku Rojhilata Navîn nearam kiriye, buhayên enerjîya cîhanî bilind kiriye û welatên herêmê tevlî nakokîyan kiriye.