Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bessent: Dibe Îro an Sibê Em bi Îranê re li ser Tengava Hormuzê Lihev Bikin

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent got ku rêkeftinek bi Îranê re ji bo vekirina Tengava Hormuzê dikare di zûtirîn dem de roja Sêşemê an Çarşemê pêk were.

Di hevpeyvînekê de ligel kanala CNBC ya Amerîkî, wî got jî, "Em bi Îraniyan re di danûstandinan de ne, û ez bawer dikim ku îhtîmalek heye em îro an sibê bigihîjin rêkeftinekê ji bo vekirina tengavê û ber bi rewşek normaltir di vê gavan pavêjin."

Di bersiva pirsekê de ku gelo dê Îran bacê li ser derbasbûna keştiyan bisepîne, Bessent got ku peyman dê azadiya tevgera keştîyan di Tengava Hormuz de misoger bike.

Wî da xuyakirin ku armanc jê, dabînkirina azadiya çûnûhatinê ye, her çend di çend rojên borî de rewşa herêmê heta radeyekê aloz bûbû, lê belê niha jî hejmareke berbiçav a keştîyan di wê tengavê re derbas dibin.'

Piştî belavbûna vê daxuyaniyê, bihayê petrola xav a Amerîkayê nêzîkî 4% daket û gihîşt bin 77 dolarî ji bo her bermîlekê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG