Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bessent: Fînansekirina Îranê ji bo Komên Girêdayî Wê Rojane Kêmtir Dibe

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ragihand ku hewldanên Washingtonê ji bo îzolekirina aborî ya Îranê gelekî serkeftî ne, û teqez kir ku fînansekirina Tehranê ji bo komên girêdayî wê rojane kêmtir dibe.

Bessent di hevpeyvînekê de ligel kanala CNBC Çarşemê, li ser zextên aborî yên li dijî Îranê di çarçoveya operasyona 'Îzolekirina Aborî ' de got ku berpirsên Îranî, di nav wan de hin berpirsên Pasdarên Şoreşa Îranê, niha zêdetir nîgeran in li ser rewşa aborî û li ser egera rûbirûbûna bi hilweşîna aborî diaxivin.

Bessent herwiha diyar kir ku Îran nikare dolaran bi dest bixe, û ev yek rasterast bandorê li ser alîkarîyên wê yên darayî ji bo komên wekî Hûsî, Hemas û Hizbullahê dike.

Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê got: "Ev operasyona aborî ya dijî Îranê ya herî tund e di dîroka cîhanê de ji bo îzolekirina aborîya welatekî tenê."

Ev gotinên Wezîr Bessent di çarçoveya kempeyneke Amerîkî de tên ku armanca wê kêmkirina dahatên petrolê yên Îranê ye, herwiha tundkirina astengîyên li ser torên darayî û kompanyayên ku alîkarîya Tehranê dikin da ku ji ceza û sînorên aborî derbas bibe.

This item is part of
XS
SM
MD
LG