Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator Tom Cotton: Pêdivîye Rejîma Îranê bi Dawî Bibe

Congress Intelligence Director
Congress Intelligence Director

Senatorê Komarî yê ji wîlayeta Arkansasê, Tom Cotton, daxwaz kir ku zextên Amerîkayê yên li ser rejîma Îranê û tunekirina şîyanên wê yên leşkerî li Tengava Hormuzê berdewam bibin, daku Komara Îslamî êdî nikaribe gefê li rêya navnetewî ya keştîyan deryayî bixwe.

Cotton di daxuyaniya xwe de ji bo Radyoya Hugh Hewitt roja Duşemê, 10ê Tebaxê, ragihand ku di maweyê 9-10 rojên borî de tu pevçûn di navbera aliyan de çênebûye.

Senatorî bal kişand ser ziyanên berfireh ên ku operasyona leşkerî û dorpêçiya deryayî ya Amerîkayê gihandine şiyanên leşkerî û aborî yên Îranê.

Wî her wiha got ku Serok Trump hefteya borî behsa îhtîmala gihiştina bi peymanekê kiribû. Lê ew bi gumane ku bi Îranê re bigihêjin peymaneke qebûlkirî.

Senatorê komarî berdewam kir û got: 'Bi rastî ez bawer nakim ku tu carî bi van serhildêrên tundrê re bigihîjne peymanekê.' Wî da xuyakirin ku li gorî wî divê Amerîka 'karê xwe biqedîne', lê tekez kir ku hîn jî dereng nîne ku ew kar were kirin.

Di hevpeyvîneke din de Senator Cotton gote Fox News "Amerîka li kêleka hêz û dostên azadiyê yên li cîhanê radweste. Û got jî, ji holê rakirina rejîmên tundrê û dijminên sereke yên – wekî Îranê – Amerîkayê dixe cihekî ewletir."

This item is part of
XS
SM
MD
LG