Breaking News

CENTCOM Çend Îdîayên Rejîma Îranê Red Dike

Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku fermandarîyeke leşkerî yê Îranê di 24 demjimêrên borî de çend îdîayên “derew” li ser hêzên Amerîkî kirine.

CENTCOM'ê li ser X'ê çend îdîayên Îranê red kirin ku fermandarîyeke leşkerî ya Îranê îdîa kiriye ku artêşa Amerîkî du keştîyên petrolê yên Îranî dizîne û Hêzên Deryayî yên Pasdarên Îranê li dema ku leşkerên Amerîkî li ser keştiyê di xew de bûn, keştî ji nû ve girtine.

CENTCOM'ê ev îdîa red kir û diyar kir ku Îran êdî xwedî hêza deryayî ye. Artêşa Amerîkî got ku tevahîya rewşa ku ji hêla fermandardarîya leşkerî ya Îranê ve hatiye gotin dereweke din e.

CENTCOM'ê îdîayeke din jî derew derxist ku dibêje hêzên deryayî yên Îranê di roja yekem a “Operasyona Hêrsa Dastanî” de li keştîya firokhilgir a USS Abraham Lincoln CVN 72 xistin û ev yek jî bûye sedem ku hêzên Amerîka ji welatên herêmî alîkarîyê bixwazin da ku piştgirîyê bidin valakirina wê.

Artêşa Amerîkayê got ku tevî ku hêzên Amerîkî û hevalbendên herêmî Tengava Hormuzê kontrol dikin, ew bacê ji keştîyên ku di wir re derbas dibin nastînin.

"Bi hezaran keştî û bi milyaran bermîlên petrola xav bi awayekî azad û ewle li jêr parastina Amerîkayê di tengavê re derbas bûne, tevî kiryarên dijminkarî yên Îranê," CENTCOM'ê got.

XS
SM
MD
LG