Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got ku di danûstandinên ji bo vekirina Tengava Hormuzê de pêşketin çêbûne.
Wezîr Rubio îro Sêşemê got ku di danûstandinên bi Îran û Omanê re derbarê derbasbûna bêtir keştîyan ji Tengava Hormuzê de pêşketin çêbûye, lê hîn rêkeftineke dawî nehatîye bidestxistin.
Rubio li Wezareta Derve ji rojnamevanan re got: "Em hêvî dikin ku ew di demek nêzîk de çêbibe." Wî diyar kir ku Tengava Hormuzê vekirî ye û niha jî keştîyên petrolê ji tengavê re derbas dibin.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê got ku ji bo ku di demeke kurt de keştîyên zêdetir bi ewlehî ji tengavê re derbas bibin, di navbera Oman û Îranê de danûstandin hene û Amerîka jî di wan danûstandinan de beşdar e.
Rubio herwiha got ku armanca dawî ya danûstandinên bi Îranê re ew e ku li ser bernameya navokî ya Îranê lihevhatinek were bidestxistin, lê mijara sereke ya niha ew e ku derbasbûna keştîyan ji Tengava Hormuzê were ewle û zêdekirin.
Hêjaî gotinê ye ku Wezîrê Xezîneya Amerîkayê Scott Bessent îro Sêşemê di hevpeyvînekê de ligel CNBC ragihand ku îhtîmalek heye ku Amerîka Sêşemê an sibê Çarşemê bigihîjin rêkeftinekê ligel Îranê ji bo vekirina Tengava Hormuzê.