Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Em Nahêlin Îran Rojhilata Navîn û Aborîya Cîhanê Dîl Bigire

Donald Blome, alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn
Donald Blome, alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn

Donald Blome, alîkarê wezîrê derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn, tekez kir ku Amerîka vekirî ye ji bo axaftin û danûstandinan bi Komara Îslamî ya Îranê re, lê nahêle ku Îran bi rêya kiryarên xwe yên jinavbirina seqamgîrîyê, Rojhilata Navîn û aborîya cîhanê bike dîl.

Blome roja Yekşemê, 1'ê Mijdarê, di nav çalakîyeke ewlehîyê de li Manama, paytexta Behreynê, got, "Amerîka ji bo danûstandinan vekirî ye, lê di heman demê de amade ye ku rêyên din jî bigire ber. Em nikarin bihêlin Îran herêmê û aborîya cîhanê bike dîl."

Bloome bal kişand ser berdewamîya hewldanên dîplomatîk ên Washingtonê û got, "Danûstendin berdewam in û di heman demê de rêyên peywendîyê vekirî û çalak mane."

Di heman demê de Blome teqezî li ser helwesta ragihandî ya Serok Trump kir û got Amerîka dê li ser vê mijarê bi hemû hevalbendên xwe yên herêmî û ew welatên ku di civîna Manamayê de amade bûn re şêwirînê dike.

Wî bal kişand ser wê yekê ku di pêşhatên niha de berjewendî û berçavgirtinên girîng ên van welatan hene û ji gelek alîyan ve rûbirûyî gefên hemanşêwe dibin."

Gotinên Blome di demekê de tên ku berpirsên hikûmeta Amerîkayê di çend rojên dawî de careke din jî girîngiya çareseriya dîplomatîk ji bo rûbirûbûna bi metirsîyên Komara Îslamî ya Îranê re dîsa xistin holê, di heman demê de bijareyên din jî vekirî hiştin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG