Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keştiya Firokhilgir USS Theodore Roosevelt Ber bi Rojhilata Navîn ve Diçe

Karbidestên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê ragihand ku keştîya firokhilgir USS Theodore Roosevelt, bi tîmeke ji nêzîkî 5 hezar kesan, dê di hefteyên pêş de bi erk ber bi Rojhilata Navîn ve biçe.

Li gor planên heyî, tê payîn ku ev erke herî kêm heft meh bidome. Malpera USNI News dibêje ku John Perryman, yek ji payebilindtirîn efserên Hêzên Deryayî yên Amerîkayê Çarşemê got ku endamên tîma vê keştîyê dizanin ku dibe ku ji heft mehan zêdetir li herêmê bimînin.

Wî da zanîn ku fermandarîya wan ji wan xwestîye ku ji bo erkeke heşt-mehî planan deyînin.

Ev biryar di demekê de tê ku Hêzên Deryayî yên Amerîkayê hîn jî bi encamên erka dawî ya keştîya firokhilgir a USS Abraham Lincoln li Rojhilata Navîn re mijûl in. Di wê erkê de, keştîya firokhilgir zêdetirî 300 rojan li deryayê ma bêyî ku li bendereke biyanî raweste.

Serokê Operasyonên Deryayî Admîral Daryl Caudle gote rojnamevanan ku “erkê USS Theodore Roosevelt dê heft mehan bidome.”

Di vê navberê de, Hêzên Deryayî li benda Kongresê ne ku projeyasa budceya zêde bipejrîne da ku kêmbûna darayî ya ku ji ber şerê Îranê çêbûbû, bigire.

This item is part of
XS
SM
MD
LG