Breaking News

Rubio Êrîşên Îranê yên li ser Behreynê Şermezar Kir

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio êrîşên rejîma Îranê yên li ser Behreynê bi şermezar kir û piştgirîya Washington bo welatê Kendavî dupat kir.

Rubio di peywendîyeke telefonî de ligel hevtayê xwe yê Behreynî Ebdulletîf bin Raşid El-Zeyanî, êrîşên Îranê yên ku Behreyn kirine armanc şermezar kirin û tekezî li ser pabendbûna Amerîkayê bi ewlehîya Behreynê û hemû hevparên Amerîkayê yên li herêma Kendavê kir.

Ev peywendî piştî nûbûna êrîşên dronan ên Îranê li ser Behreynê hat, ku Artêşa Pasdarên Şoreşa Îslamî (IRGC) ragihandibû wê bingehên leşkerî yên Amerîkayê kirine armanc.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyanîyekê ragihand ku her du wezîran tekezî li ser bihêzbûna "hevkarîya stratejîk" a demdirêj a di navbera Amerîka û Behreynê de kirine, ku xwe dispêre destnîşankirina Behreynê wekî "Hevalbendê Sereke yê li derveyî NATO'yê" û "Rêkeftina Giştgir a Yekgirtina Ewlehî û Xweşguzeranîyê" (C-SIPA).

Li gor ajansa Reuters, Îranê Yekşemê bi şev dron arasteyî bingehên Amerîkî yên li Behreynê kirin. Behreynê jî ragihand ku wê hejmarak ji êrîşên esmanî yên Îranê pûç kirine.

XS
SM
MD
LG