Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump Êrîşên Nû li ser Îranê Dûr Dibîne Eger Gotûbêj Pêş Bikevin

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Yekşemê ragihand ku gelekî dûr e ew neçar bibe dîsa dest bi êrîşên leşkerî li ser Îranê bike, bi mercê ku di gotûbêjên li ser bernameya navokî ya Tehranê û vekirina Tengava Hormuzê de pêşketin çêbibe.

Trump ji kanala CNN re da zanîn ku ev yek bi îmzekirina lihevkirineke pir bihêz ve girêdayî ye. Wî got ku Îran ji alîyê aborî ve di rewşeke pir zehmet de ye û ketina wê ya aborî kûr bûye.

Trump diyar kir ku wan derbên leşkerî yên pir giran li Îranê dane, lê eger pêwîst bike ew amade ne pêngavên din jî bavêjin.

Herwiha Serokê Amerîkayê da zanîn ku welatê wî armancên binesazîyê li nav Îranê diyar kirine ji bo rewşa nûkirina çalakîya leşkerî, di nav de êstgehên elektrîkê û pira.

Trump got: "Di lîsteya me de 38 pir hene ku em dikarin di demjimêrekê de wan bi temamî birûxînin." Lê di heman demê de da xuyakirin ku ew pirtir naxwaze binesazîya Îranê wêran bike, û zêde kir: "Ez naxwazim wê yekê bikim, ji ber ku avakirina wan 10 salan dixwaze. Ez ji rûxandina piran hez nakim; tiştê herî dijwar di avakirinê de pir in û ew salan dixwazin."

Derbarê şîyanên Îranê yên ji bo parastina xwe li dijî êrişên nû yên Amerîkayê, Trump diyar kir ku bergirîya ewlehîyê ya esmanî ya Îranê bi temamî hatiye wêrankirin.
Wî got: " Hemû sîstemên wan ên bergirîya esmanî ji holê rabûne."

Trump berdewam kir û got: "Tiştê tenê ku ew dikarin bikin li ser asteke nêzî 10% ye çêkirina hinek moşekan û çêkirina hinek dronan. Dron jî li ser asta 15% ne, ji ber ku piranîya kargehên wan ji holê rabûne."

Wî dîsa li ser îhtîmala çalakîya leşkerî ya nû dubare kir: "Bi îhtîmaleke mezin ne pêwîst be. Ew gelekî dixwazin lihevkirinekê bikin."

This item is part of
XS
SM
MD
LG