Breaking News

Trump: Êrîşên Nû li Dijî Îranê Nayên Kirin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew plan dike di vê demê de li bendê bimîne û êrîşên leşkerî yên nû li dijî Îranê neke. Ev yek piştî daxwazên welatên herêmê hat, di nav de daxwazek ji Serokwezîrê Qeterê di dema gotûbêjên li Koşka Sipî de.

Trump di hevpeyvînekê ligel ajansa Reuters û di daxuyanîyeke paşê de li jûra konferansên rojnamevanîyê ya Koşka Sipî de diyar kir ku ew plan dike di dema niha de berdewam be li ser sepandina dorpêça deryayî li Tengava Hormuzê.

Serok Trump da zanîn ku ew li ser daxwaza welatên cîran ên Îranê tevdigerje, û bi taybetî Qeter, Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Kuweyt û welatên din ên ku naxwazin Amerîka êrîşên nû bibe ser Îranê.

Li gor Reuters, Serokê Amerîkayê piştî civîna xwe bi Serokwezîrê Qeterê Şêx Mihemed bin Ebdulrehman Al Sanî re axivî, ku ew navbeynkarekî serekî ye di navbera Washington û Tehranê de, di nava zêdekirina hewldanên ji bo bidawîanîna şer de piştî hilbijartinên nîvdemê yên Amerîkayê ku hefteya borî hatibûn kirin.

XS
SM
MD
LG