Serokê Amerîkayê Donald Trump got ku rewşa Îranê pir xirab e, rêjeya enflasyonê nêzîkî 300% e û Îran ji kirîzeke aborî ya giran dinalîne.
Trump roja Sêşemê serdana bajarê Baltimore ê Wîlayeta Marylandê kir ji bo ragihandina projeyeke hevbeş a weberhênanê ligel kompanîyaya pîşesazîyê Anduril. Ev projeya bi buhayê 6.6 milyar dolarî di warê geşepêdana keştîyên şer ên bi hêza navokî de ye û armanca wê xurtkirina pergala parastinê ya Amerîkayê ye.
Di dema serdanê de, Trump li ser Îranê axivî û got, "Aborîya wan wêran bûye. Ew rastî cureyekî enflasyonê hatine ku li tu welatekî din û li tu devereke din a cîhanê nayê dîtin."
Trump herwiha pesna hêzên çekdar ên Amerîkayê da û li ser rewşa rêveberîya Îranê got, "Bi saya hêzên çekdar ên Amerîkayê, me bi dehan serkirdeyên terorîst ên Îranê ji holê rakirin û şandin cehnemê. Wek hûn dizanin, serkirdeyên wan ji holê hatin rakirin.
Koma wan a duyemîn a serkirdeyan jî nema. Pirsgirêka herî mezin a ku ez dibînim ew e ku kes nizane kî wî welatî bi rê ve dibe. Kes nizane!"
Trump tekez kir ku herikîna petrolê bi rêya Tengava Hormuzê berdewam dike, û got, "Em karê xwe bi dawî bînîn û biryar bidin ka ev ê bi xweşî be an bi ne xweşî. Hûn ê vê yekê di demeke nêzîk de bibînin."
Ev di demekê de ye ku berpirsên hikûmeta Îranê jî berdewam dibêjin ku ew dixwazin bigihêjin rêkeftinê. Mesûd Pizişkîyan, Serokê Îranê, di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de gotibû, "Îran ji rêkeftinê nareve."
Tevî vê yekê, heta niha her du welat hîn negihîştine têgihiştineke hevpar.
Li alîyê din, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance di axaftineke de bi Reutersê re got ku Amerîka hîn jî dixwaze bi Îranê re bigihêje rêkeftinê, lê şertê wê ew e ku Îran şiyanên xwe yên navokî bi awayekî berçav kêm bike.
Vance herwiha tekez kir ku Amerîka amade ye bi Îranê re li hev bike, eger şertên pêwîst bên bicihanîn û rêkeftin ji bo herdu alîyan hevseng be.