Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Îran Piştgirê Yekem ê Terorê ye û ti Carî dê Nebe Xwedî Çekê Navokî

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftinekê de ji bo alîgirên xwe li wîlayeta Ohio'yê, Îran wekî "piştgirê yekem ê terorê li cîhanê" binav kir û got ku armanca şerê heyî ew e ku rê li ber gihiştina Komara Îslamî ya Îranê bi çekên navokî were girtin.

Trump got, "Ew -Îran- dê tu carî çekên navokî bi dest nexe. Ev şer dê gelek zû bi dawî bibe û gava şer bi dawî bibe, bihayê gazê jî dê dakeve."

Wî di berdewamiya peyama xwe de dubare kir ku Îran "piştgirê yekem ê terorê ye li cîhanê" û got ku ew tiştê pêdivî bû serokên berê yên Amerîkayê li dijî Îranê bikin, wî kiriye.

Serokê Amerîkayê, ku beriya hilbijartinên Nîvdemê yên meha 11ê geştên xwe yên hilbijartinê dest pê kirine, ev gotin di civîneke bi alîgirên xwe û Partiya Komarî re anî ziman.

Trump di axaftina xwe ya roja duşemê de herwiha amaje bi wê yekê kir ku rêveberiya wî nizane niha bi kê re danûstandin bike li Tehranê, û got "Rastgobim li gel we, em nizanin bi kê re biaxivin. Bi dîtina min em di kuştina rêberên wan de hinekî zêde çûîn. Me dikaribû li qonaxa yekem rawestin, lê dibe ku di qonaxên din de em zêde pêş de çûn."

Trump herwiha amaje bi rewşa aborî ya Îranê kir û got ku welat di bin bandora cezayên aborî û şertên dijwar de ye. Wî got, "Ew xwedî yek ji bilindtirîn rêjeyên enflasyonê ne li cîhanê. Pereyên wan tune ne. Ew dixwazin bigihîjin rêkeftinekê, lê nizanin çawa."

Demek piştî vê axaftinê, Trump di platforma Truth Social de jî peyamek belav kir, di peyama xwe de wî gotinên derbarê ku Çîn û Rûsya di şerê Îranê de piştgirî dane Tehranê red kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG