Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Şerê bi Îranê re dê di Demeke Nêzîk de bi Dawî Bibe

Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koşka Spî di bersiva pirsên rojnamevanan de tekez kir ku Amerîka nêzîkî biryara dawî ye derbarê dawîanîna alozîyên li gel Îranê.

Trump ragihand ku tenê tiştek maye, ew jî ew e ku ew biryarê bidin ka "bi çi awayî serbikevin; bi rêya baş yan bi rêya xirab."

Bi van gotinan, Serokê Amerîkayê bal kişand ser du rêyan ji bo dawîanîna şerê bi Îranê re: çi bi rêya danûstendin û rêkeftineke siyasî, çi jî bi rêya operasyonên leşkerî yên berfireh.

Trump di meha borî de çend caran ev xal anîbû ziman û ragihandibû ku şerê bi Îranê re dê di demeke nêzîk de bi awayekî ji awayan bi dawî bibe.

Trump Roja Sêşemê careke din soz da ku ev alozî dê pir zû bi dawî bibe. Wî Îran wekî "piştgira hejmar yek a terorê li cîhanê" bi nav kir û got ku ji bilî lêxistina armancên di hundirê xaka Îranê de tu bijardeyeke din li ber destê Amerîkayê nemaye.

This item is part of
XS
SM
MD
LG