Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump: Tenê Cihek yan Du yên Îranî Mane ku em Serederîyê pê re Bikin

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hîn li ber destê Amerîkayê armancek an du armancên din li Îranê mane ku serederîyê bi wan re bike, di nav de cîhekî ku tê gumankirin bingeheke navokî be.

Serok Trump ji rojnamevanan re li cihê rûniştina xwe ya li wîlayeta Floridayê ragihand ku Amerîka lezê nake di pêkanîna çalakîyeke êrîşkar de, ji ber ku wê wêranîyek mezin gihandiye şiyanên leşkerî û bernameya navokî ya Îranê.

Trump got: "Me şiyanên wan ên navokî ji holê rakirin. Hîn li ber destê me cihek an du cih mane ku divê serederî bi wan re bê kirin, lê em dikarin di nav 10 deqeyan de wê yekê encam bidin," û behsa "Çiyayê Pickaxe" li parêzgeha Esfehanê kir ku nêzî 200 kîlometre dikeve başûrê Tehranê.

Di heman demê de, Serokê Amerîkayê teqez kir ku danûstandin û gotûbêjên ligel Tehranê hîn jî berdewam dikin, "lê belê ew ne gelekî cihê bawerîyê ne."

Berpirsekî agahdar ji ajansa Reurters re ragihand ku danûstankarên Îranî îro Yekşemê, ji bo roja sêyem li pey hev, li Dewhayê ne. Ew bi navbeynkarên Qeterî re civînan dikin da ku bigehêjin peymanekê ji bo rawestandina şerê Amerîkî û Îsraîlî li ser Îranê.

Ji aliyeke din raporteke rojnameya "Wall Street Journal" eşkere kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu re peyivî ye, di demeke ku Amerîka xwe amade dike ji bo nûkirina êrîşên leşkerî li ser Îranê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG