Serokê Amerîkayê Donald Trump rewşa awarte ya neteweyî ya têkildar bi Îranê ji bo saleke din dirêj kir.
Li gor daxuyanîyeke Koşka Sipî ku Çarşemê hate weşandin, Serok Trump gotîye ku "Têkilîyên me bi Îranê re hîn asayî nebûne û pêvajoya bicihanîna peymanên ku di 19'ê Çileya 1981'an de bi Îranê re hatine kirin hîn berdewam e."
Trump Sêşemê ew biryar îmze kir û got ku rewşa awarte û tedbîrên ku di sala 1979'an de hatin danîn divê "piştî 14'ê Mijdara 2026'an jî berdewam bikin." Ev biryar dê ji bo saleke din li cih bimîne.
Rewşa awarte ya neteweyî yekem car di 14'ê Mijdara 1979'an de hate ragihandin, wek bersivek li hember "metirsîya neasayî û awarte ya li ser ewlekarîya neteweyî, siyaseta derve û aborîya Amerîkayê ku ji ber rewşa girêdayî Îranê ve çêbûye."
Koşka Sipî diyar kir ku ev rewşa awarte ya neteweyî cuda ye ji rewşa awarte ya ku di Adara 1995'an de hate ragihandin.
Ev biryar li rojnameya Tomara Federal (Federal Register) de belav bûye û dê ji bo Kongresê were şandin.