Breaking News

Trump Dibêje Dibe ku Piştî Sersalê Êrîşî Îranê Bike Egere Rêkeftin Nebe

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro Yekşemê di daxuyanîyekê de ji bo kanala "Fox News" ragihand ku Amerîka dê piştî sersalê şerê li dijî Îranê ji nû ve dest pê bike eger heta wê demê negihin rêkeftinekê.

Di bersiva xwe ya li ser raporên ku dibêjin Îran plan dike dorpêça deryayî ya Amerîkayê biceribîne, Trump hişyarî da ku eger Tehran hewl bide dorpêça deryayî ya Amerîkayê bişikîne, ew ê keştîyên Îranê binav bikin, û got: "Ez hêvî dikim vê yekê bikin, ew ê hemû wekî yên din ên hêzên wan ên deryayî biçin binê deryayê."

Trump da zanîn ku danûstandinên nerasterast ligel Îranê berdewam in, lê heta niha tu encamên rastîn bi dest nexistine, û got ku Îranî berdewam diaxivin, lê di xwevedizîn û manewrayan de gelekî zîrekin.

Di beşeke din a axaftina xwe de bi rojnamevan Trey Yingst, Serokê Amerîkayê amaje bi wê yekê kir ku wî dîmenên vîdyoyî yên xwepêşandanên li Îranê dîtine, û bang li xwepêşanderan kir ku li ser çalakîyên xwe berdewam bin.

XS
SM
MD
LG