Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Şemiyê got ku Amerîka dikare hemû berpirsên Komara Îslamî yên ku beşdarî merasîma cenazeya rêberê berê yê Îranê, Elî Xamineyî bûne tune bikin, lê ew ê weha nekin.
Trump di hevpeyvînek telefonê de ligel Axios got: "Ew hemû li wir in. Em dikarin wan hemûyan bi yek teqe ji holê rakin, lê em ê wisa nekin ji ber ku wê demê kes tune ku em pê re danûstandinan bikin."
Trump destnîşan kir ku berpirsên Îranî ji bo rêkeftinê lava dikin, û got ku her du alîyan biryar dane ku hevdîtinan ji bo hefteyekê rawestînin heta ku merasîm û bûyerên têkildarî merasîma cenazeyê rêberê berê yê Komara Îslamî biqedin.
Herwiha wî da zanîn ku di vê heyamê de tu alî guleyan bernade aliyê din.
Trump di axaftina xwe ya bi boneya 250emîn salvegera serxwebûna Amerîkayê de, ku êvara Înê hat lidarxistin, ragihand ku wî hefteyek dem daye berpirsên Tehranê da ku amadekariyan ji bo merasîma cenazeyê Rêberê hatî kuştin ê Komara Îslamî bikin.
Axios ji zarê Serokê Amerîkayê ragihand ku ew şaşbûye dema dîtiye hinek Îranî di şînê de hêsir barandine, ji ber ku wî wisa bawer dikir ku gelê Îranê nefretê ji Xameneyî dike.
Serok Trump herwiha got ku hêstirên ji bo Xameneyî dibe ku derew bin.