Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîk Cezayên Nû li Ser Tora Kirîn û Veguhestina Çekan bo Îranê li Sê Welatan Disepîne

Avahîya Wezareta Derve ya Amerîkayê li Washington.
Avahîya Wezareta Derve ya Amerîkayê li Washington.

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku li dijî du kesan û saziyekê, ku li Belarûs, Rûsyayê û Nîjeryayê dixebitin, cezayên aborî sepandin.

Tommy Pigott, berdevkê Wezaretê, di daxuyanîyekê de derengî Çarşemê got: “Îro Amerîka li dijî du kesan û sazîyekê, ku beşdarî hewildanên rejîma Îranê ji bo bidestxistina mûşekên berevanîya esmanî yên bi destan tên avêtin, ceza kirin."

Pigott da zanîn ku "ev gav a herî dawî di çarçoveya Operasyona Îzolekirina Aborî de ye, da ku rê li ber xeta peydakirina çekan ji bo rejîmê zêdetir were girtin.”

Wezareta Derve di daxuyanîya xwe de got ku ev cezayên nû li dû tedbîrên din dê bidestxistina çekan ji alîyê Tehranê ve dijwartir û girantir bike.

Daxuyanîyê herwiha destnîşan kir ku hewildanên Îranê ji bo bidestxistina van çekan metirsîyekê li ser ewlehîya neteweyî ya Amerîkayê çêdike.

Washingtonê got ku dê rê li ber şandina çekan, yên ku ewlehîya herêmê dixin ber metirsîyê û gefên li ser leşkerên Amerîkî çêdikin, were girtin.

Wezareta Derve diyr kir ku ev cezayên nû li gor Fermana Rêvebirîyê ya hejmar 13949 hatine sepandin ku girêday çalakîyên Îranê yên di warê çekên asayî de ne.

This item is part of
XS
SM
MD
LG