Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest Û Helwest: Amerîka Û Îraq di Qunaxeke Nû Ya Têkiliyan de


Pisporê Yasyî Têlî Emîn, Ceng Sagnic û Seyadayê Îzet Berwarî

Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îraqê Mustafa El-Kazimî li Qesra Spî kombûn ji bo Îmza kirina rêkeftina vekêşana hêzên şerker yên Amerîka ji Îraqê. Biden û El-Kazimî li hev kirin ku Amerîka heta dawîya sala 2021’an hêzên xwe yên şerker ji Îraqê vekişîne.

Biden US Iraq
Biden US Iraq


Ev rêkeftine wê dûbare têkiliyên herdû welatan rêkbixe diwarê ewlehî, aboriî, sîyasî û kulturî de.

Ev pêşveçûne di demekê de çêdibe, ku tevaya aliyên siyasî yên Îraqê ne hevrane liser man yan nemana leşkerê Ameîka li welatê wan.

Beşek ji hêzên Şia digel mana leşkerên Amerika ne, di heman demê de beşek din dijî hebûna Amerîka ya bitevaîye li Îraqê, herwesa helwestê Suniyên Îraqê ji ne zelale, lê Kurd bi eşkera piştgirîya mana hêzên Amerîka dikin.

Mustefa El-Kazimî Serokwezîrê Îraqê berî bigehe Amerîka gotibû, Îraqê pêdivî bi mana hêzên Amrîka nîne, lê me pêdivî bi şêwirmendên Amerîka heye.

Erê Îraq wê çi qazanc ji rêkeftina bi Amerîka re bidest bixe? Ev lihevhatin dê heta çi ast di berjewendiya Îraqê de be?

Gelo vekêşana hêzên Amrîka wê metirsiyê liser ewlehiya herêma Kurdistanê peyda bike?

Bernamê Hest û Helwest mêhvandariya her yek ji berêz Têlî Emîn Pisporê Yasayî û Çavdêrê Siyasî ji Duhok. Berêz Ceng Sagnic Lêkoler û şirovekarê siyasî li Washington DC, herwiha Sedyayê Îzet Berwarî pisporê Jeolojî û Petrolê ji astana New York kir.

Di danûstandina berana Hest û Hewlest de mêhvanên hêja derbarê mijarê nêrînên xwe anînin ziman.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:34:28 0:00


XS
SM
MD
LG