Breaking News

Tom Barrack: Yekbûna Herêma Kurdistanê ya Bihêz Stûneke Girîng e ji bo Îraqeke Bihêz

Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê Donald Trump bo Îraqê, û Balyozê Amerîkayê li Tirkîyê Tom Barrack, tekez kir ku yekbûn ji bo bihêzkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêmaneke girîng e ji bo hebûna Îraqeke bihêz û aram.

Barrack ev gotin di bersiva peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî de li ser platforma X parve kir.

Barzanî di peyama xwe de ragihandbû ku piştî serdana xwe ya Bexdayê, êvarê bi Tom Barrack re bi rêya telefonî axiviye.

Li gorî Barzanî, herdu aliyan li ser girîngiya parastina hêz û yekîtiya Herêma Kurdistanê û çareserkirina nakokiyên di navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal de, li gorî Destûra Bingehîn a Îraqê, li hev kirine.

Barzanî herwiha got ku ew û Barrack pêşketinên bi Serokwezîrê Îraqê, Elî el-Zeydî û tîma wî re li ser yasaya budceya federal pîroz kirine û hêvî dikin ku li ser mijara petrol û gazê jî lihevkirinekê temam bikin.

Di vê peywendîya telefonî de, herdu aliyan herwiha tekezî li hevkariyeke bihêz a di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de jî kirine.

XS
SM
MD
LG