Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tom Barrack Dibêje Ewlehîya Îraqê Ewlehîya Herêmê ye

Tom Barrack û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî
Tom Barrack û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî

Şandeyê taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Îraq û Sûrîyê Tom Barrack, ku doh gihîştibû Bexdayê, hevdîtinên xwe berdewam dike. Barrack di çarçoveya serdana xwe û hevdîtinan de bal kişand ser girîngîya aramî, hukumdarîya qanûnê û pêşketina hevkarîya navbera Bexda û Washingtonê.

Barrack, yekem bi Serokê Civata Bilind a Dadwerî ya Îraq, Fayiq Zeydan re civiya. Wî piştî civînê di platforma X'ê de got ku civîn bi encam bûye û tekez kir ku dadwerîyeke bihêz û serbixwe bingeha serwerîyê, hukumdarîya qanûnê û aramîya ku dikare hêz û şiyanên Îraqê veguherîne pêşketin û dewlemendîyê ye.

Li alîyekî din, ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê îro ragihand ku Serokwezîr Elî Zeydî êvara Duşemê Tom Barrack pêşwazî kiriye. Li gor daxuyanîyê, di civînê de têkilîyên navbera Îraq û Amerîkayê û rêyên pêşxistina hevkariya hevpar di warên cuda de hatin nirxandin. Herwiha rewşa herêmî û hewildanên ji bo piştgirîkirina ewlehî û aramiya herêmê jî hatin gotûbêjkirin.

Barrack piştî hevdîtina xwe bi Zeydî re di peyamekê de li ser X'ê nivîsî ku civîna wan gelek bi encam bûye. Wî got, “Aramî ne mîraseke ku were veguestin, lê ji alîyê wan rêberan ve tê avakirin ku rêya zehmet hilbijêrin.”

Şandeyê Amerîkayê herwiha destnîşan kir ku “ewlehîya Îraqê û pêşketina wê, ewlehîya herêmê û pêşketina wê ye” û ji bo rêbertîya Serokwezîr Zeydî û hevkarîya wî spasdarîya xwe anî ziman.

Serdana Barrack di demekê de tê piştî bidawîbûna erka leşkerî ya Hevbendîya Navneteweyî li Îraqê û têkilîyên navbera Bexda û Washingtonê dikevin qonaxeke nû, ku tê de herdu welat zêdetir balê dikişînin ser hevkarîya aborî, berjewendîyên hevpar û berdewamîya hevkarîya ewlehîyê.

This item is part of
XS
SM
MD
LG