Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê îro pêncşemê li ser hesaba xwe yê X'ê ragihand ku Karbirêkarê Balozxaneya Amerîkayê li Bexda Joshua Harris, li gel Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemed El-Ebadî civiya.
Di civînê de her du aliyan behsa karên pêşîn ên hevpar kirin ku armanca wan avakirina hevkariyeke bihêz û sûdmend di sektora enerjiyê ya navbera Amerîka û Îraqê de ye.
Her wiha herdu alîyan tekezî li ser bikaranîna teknolojî û pisporiya pêşeng a Amerîkayê li ser asta cîhanê kirin, daku xizmeteke berçav bigihîje gelê Amerîka û Îraqê.
Karbirêkarê Balyozxaneyê pêşwazî li pabendbûna hikûmeta Îraqê kir ya ji bo xurtkirina têkiliyên bazirganî yên bihêz, ku dê di paşerojê de sektora enerjiyê ya Îraqê bi şirîkatiya li gel kompanyayên Amerîkî bi pêş bixe.