Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîkara Wezîra Xezînê ya Amerîkî Rosenberg Serdana Îraqê Dike


Elizabeth Rosenberg
Elizabeth Rosenberg

Balyoza Amerîka îro Sêşemê ragihand ku Alîkara Wezîra Xezîneya Amerîka serdana Îraqê kiriye ku dê civînên giring bi berpirsên Îraqî yên Banka Navendî ya wî welatî re encam bide.

Balyoza Alîna Romanowski Balyoza Amerîka li Îraqê di hesaba xwe ya fermî ya platfoma 'X' de got:

"Ez kêfxweş im ku pêşwazîya Alîkara Wezîra Xezîne ya Amerîka Elizabeth Rosenberg li Bexdayê dikim, ku li hêvîya hevdîtinên girîng bi serwer û berpirsên hikûmetê li Banka Navendî ya Îraqê re ye. Ewê di şerê li dijî şûştina pereyan û reforma bankê de bibe alîkar li dijî gendelî û piştgirîya veberhênana navdewletî li Îraqê bike." Romanowski got.

Hejayî bîrxistinê ye ku Alîkara Wezîra Fînansekirina Terorê û Sûcên Diravî li Wezareta Xezîneya Amerîkî, Elizabeth Rosenberg dawiya meha borî li Washington D. C. bi balyozê Îraqê li Washington Nazar Xeyrullah kom bibû.

Rosenberg berdewamîya hevkarîyê di reformên bankê de û piştgirîya hikûmeta Îraqê ligel balyozê Îraqê giring nirxand û behsa serdana xwe ya Bexdayê kir.

XS
SM
MD
LG